NY, YE, YA û Lîga Ereban: Hêzên biyanî ji Lîbya derxînin

Hewildanên çareseriya aloziya Lîbya bi rêya danûstandinên siyasî di bin metirsiya hebûna hêzên biyanî yên li welat de maye. Ji ber vê yekê, Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa (YE), Yekîtiya Afrîka (YA) û Lîba Ereban bang kirin ku hêzên biyanî yên li Lîbya ji welat werin derxistin.

Aliyan piştî civîneke online ya li ser rewşa Lîbya, daxuyaniyek hevbeş weşandin.

Aliyan keyfxweşiya xwe ya ji pêngavên bo çareserkirina aloziya li Lîbya ku hatine avêtin anîne ziman.

Di daxuyaniyê de piştevaniyek tam ji bo Konseya Serokatiya Lîby, Hikumeta Yekîtiya Netewî û saziyên din hatin dayîn.

Her wiha hilbijartina 24’ê Kanûnê ku wê li welat pêk were hate bibîrxistin û hate gotin;

Pêwiste hilbijartin di çarçoveya bi rengekî “giştî, zelal û ewlekarî” pêk were.

Di daxuyaniyê de binpêkirina ambargoya NY ya ji bo Lîbya ragihandî hate şermezarkirin û hate xwestin hêzên biyanî û çekdarên bi pere yên li Lîbya yekser werin derxistin.

Back to top button