Erebistana Siûdî bang li Îranê kir ku dest bi danûstandin bike

Riyadê bang li Tehranê kir ku dest bi dan û standinan bike da ku li herêmê alozî dernekeve. Her wiha ji civaka naveteweyî xwest ku peymanên xurttir çêkin da ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.

Meclisa Wezîran a Erebistana Siûdî îro diyar kir ku divê Îran bikeve nava danûstandinan da ku li herêmê alozî dernekevin.

Li gel derengxistina danûstandinên nukleerî yên di navbera Îran û hêzên cîhanê de li Viyanayê yên bi armanca vegerandina DYA`yê ji lihevkirina 2015`an a re ya bi Tehranê re, Erebistana Siûdî ev bang kir.

Li gorî ajansa Was a Siûdiyê, Meclisa Wezîran a Erebistana Siûdî bi serokatiya qral Selman got:

Divê civaka navneteweyî bigihêje peymanên bihêztir da ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.

2018’an Washington bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyabû.

Rûhanî: Pêşketinên baş li danûstandinên viyanayê de çêbûne

Her wiha serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî ji aliyê xwe ve ragihand ku li paytexta Awusturya Viyanayê danûstandinên ji bo mijara nukleerî baş dimeşin.

Rûhanî got,

Ji sedî 60-70 pêşketin di danûstandinan de çê bûye.

Back to top button