Kongra Star bernameya çalakiyên dijî komployê eşkere kir

Ji bo komploya navnetewî tenê çend roj mane. Jin wê li dijî komployê bi pêşengiya Kongra Star çalakiyan pêk bînin. Kongra Star bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir û banga beşdarbûna nava çalakiyan li herkesî kir.Di vê navberê de bernameya çalakiyan a kongreyê jî hate eşkerekirin.

Meclisa Kongra Star bernameya çalakiyên salvegera 24’emîn a Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê, eşkere kir.

Daxuyaniya çapemeniyê li Stadyuma 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Komploya Navneteweyî ya di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku gelê Kurd û hemû gelên herêmê dê li dijî her cure komployan bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike ” tê bikoşin.

Em bang li CPT dikin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê hat eşekre kirin.

Bernameya çalakiyan..

  • Ji 5 heta 10’ê Sibatê li gund, navçe, komîn, û saziyan dê semînerên têkildarî komployê werin dayîn.
  • 10’ê Sibatê dê Nivîsgeha Jinan a PYD’ê foruma jin li dar bixe.
  • 5’ê Sibatê dê li navçeyan pêşangehên wêneyên rêber Abdullah Ocalan werin vekirin.

Kongra Star: 15’ê Sibatê li Bakurê Sûrî wê meşên navendî pêk bên

  • 15’ê Sibatê dê li herêma Cizîr, herêma Firatê, Şehba û Helebê meşên navendî pêk bên.
  • 4’ê Sibatê dê li ser hesabên medya civakî kampanya haştagê were destpêkirin.

Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star dê li bajar û navçeyan daran biçîne.

Back to top button