Di Adarê de, 5 sivîl hatin kuştin, 17 jî birîndar bûn li ser sîrorê Sûrî-Tirkî

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, kuştina Sûriyên li ser sînorê Sûrî-Tirkî ya di meha Adarê de, belge kir.

Li gorî navendê, 5 Sûrî ji aliyê cendirmeyên Tirk hatine kuştin û 17 jî birînar bûne.

Bîlançoya kuştina sivîlan li ser destê cendirmeyên Tirk li ser sînorê Sûrî-Tirkî zêdetir dibe.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, bîlançoya Adara borî eşkere kir.

Li gorî navendê, danayên wê wiha ne:

3 penaberên Sûrî ku ji ber şerê Idlibê hewl dan sînorê Tirkiyê derbas bikin, hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

12’ê Adarê, leşkerên Tirk jinek 33 salî li ser sînorê Tirkî û Lîwa Skenderon kuştin û 4 jî birîndar kirin.

15’ê heman mehê, ciwanê bi navê Memdûh el-Eswed yê 34 salî ji gundê Derkûş ê Idlibê li ser sînor hat kuştin.

Di heman rojê de, rojnamegerê Sûrî Fatih Reslan dema hewl da sînorê Tirkî derbas bike, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat êşkenckirin.

24’ê mehê, kesê bi navê Ebdulselam Eteriyê ji aliyê cendirmeyan ve hatibû kuştin û termê wî di çemê el-Asî de hat dîtin.

Berî niha Rêxistina “HRW” jî di rapora xwe de, kuştin û birîndarkirina sivîlan ji aliyê Tirkiyê ve li ser sînor, piştrast kiribû.

Rêxstinên diyar kiribû ku ji 2011’an heya niha, dewleta Tirk 1400 Sûrî, di nav de 300 zarok û 200 jin kuştine.

Tevî xwe weke welatekî gerantor dibîne jî, lê hîna binpêkirinên dewleta Tirk li dijî koçer û penaberên Sûrî dewam dikin.

Back to top button