4 sazî û rêxistinên li Tirkiyê bi navê “Di têkoşîna li dijî vîrûsa Coronayê de, 7 tedbîrên ji bo parastina tenduristî, kar û xwarina gel” dest bi kampanya îmzeyan kir.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger û ya Kedkarên Cemaweriyê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk û Yekîtiya Tabîbên Tirk, nivîsek ji 7 daxwazan amade kir û dest bi kampanya îmzeyan kirin.
Di nivîsê de, ji hikumetê hat xwestin ku:
“Ji bilî karên bingehîn, divê hemû karên din bên rawestandin.
Divê derxistina ji kar bê qedexekirin û mûçeyên bêkaran bê şert bên dayin.
Deynên kirêdaran, fatûreyên av, kehrebe û gazê bêyî bên zêdekirin, bên bipaşxistin.
Welatî bê şert karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û divê ev xizmet jî bê pere bin.
Û di serî de, li gel bijîşk û xebatkarên tenduristî û şaredariyan, bawerî were dayin ku karê wan ranaweste û her kesên di vî karî de, di testê de bên derbaskirin.