Komîteya Şilêr zarokan ji bandorên şer dûr dixe

Di navbera 2012 û 2016′an de, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê şer hebû.
Divî şerî de zarokan gelek alozî dîtin.
Ji bo dûrxistina zarokan ji bûyeranên nexweş,
Komîteya Şilêr a Zarokan di 12′yê Adarê de şaxek li taxa Şêxmeqsûdê vekir.

Yek ji wan zarokên ku alozî dîtine Evîn Reşo ye.

Lêgerîna li çanda xwe cihekî mezin ji deman Evîn dibe.

Evîn ev demeke kurt e serî li Navenda Komîteya Şilêr a Zarokan dide.

Li wir perwerdeyên werdigire bandoreke erênî li jiyana wê kiriye.

Endama rêveber a Komîteya Şilêr a Helebê Semîre Bekir jî ji aliyê xwe ve dibêje:

“Em hemû zarokan bê cudahî pêşwaz dikin.

Armanca me ya yekane zarokan ji bandorên şer û kolanan bi dûr bixin.

Zarok bi awayekî mezin tev li perwerdê dibin.

Her wiha zarok hewl didin perwerdeyên werdigirin li ser erdê pêk bînin.”

Back to top button