Çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê..ji 24’ê meha borî de, DAIŞ’ê 8 sivîl û 367 leşkerên rejîmê kuştine

Şaneyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî, çalak dibin û ji 24ê Adara borî û heya niha, nêzî 367 leşkerên rejîma Sûrî kuştine. 

Çavdêriya Sûrî ragihand ku çeteyên DAIŞê, efserekî rejîmê li gel 2 leşkeran li nêzî gundê el-Reşwaniyê li bejahiya Homsê dîl girtin û ew meydanî bi dar ve kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji 24ê meha borî û heya niha, DAIŞê 367 leşkerên rejîmê kuştine, ji wan 67 çekdarên Îranî ne.

Ev êrîş li rojavayê Firatê, çolistana Dêra Zorê, Reqa, Homs û Siweydayê hatine pêkanîn.

Çavdêriya Sûrî, kuştina 2 sivîlên li zeviyên gazê kar dikirin jî, belge kir.

Li heman deveran, DAIŞê 2 şivan û 4 sivîlên din jî kuştine.

Çavdêriya Sûrî her wiha, kuştina 119 çeteyên DAIŞ’î jî piştrast kir.

Back to top button