Dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmê êrişên xwe nedane seknandin. Artêşa Tirk a dagirker, Xwaringeha Nexîl ya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro di seatên piştî nîvro de 2 caran Xwaringeha Nexîl a Ey Îsayê û rêya M4 bi topbaran kir.
Doh derengiya şevê jî, dagirkeran kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.