Şandeyek leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Fransayê kir

Şandeyeke leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamentoya Fransayê re civiya û beşdarî rûniştina li parlamentoyê bû. Di rûniştinê de mijarên têkildarî Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî terorê, krîza Sûriyeyê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojevên nîqaşan bû.

Duh Komîteyek Parlamentoya Fransayê şandeyek leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kir.

Şande ji Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rûksan Mihemed û nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Feransayê Xalid Îsa pêk hat.

Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser mijarê agahî belav kirin.

Li gorî wê, şande li navenda parlamentoya Fransayê ji aliyê gelek parlamenteran hate pêşwazîkirin.

Şandeya leşkerî beşdarî rûniştina parlamentoyê bû

Şandeya Leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî rûniştina guhdarkirina li parlamentoya Fransayê ya 2 seatan bû.

Di rûniştinê de gelek mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ û hewdanên dewletên herêmê yên ji nû ve zindîkirina rêxistinên terorîst hatin niqaşkirin.

Krîza Sûrê û rewşa herêmê Rojeva nîqaşan bû

Her wiha kirîza Sûrî bi taybetî jî rewşa herêmê û sûcên li Efînê ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê, rojeva niqaşan bû.

Şandeyê îşaret bi têkoşîna YPJ’ê û şerê wê li dijî rêxistina DAIŞ’ê kir û gotin: “Ruxmî van hemû fedekariyên YPJ′ê kirine, lê dewleta Tirk a dagirker fermandarên jin hedef digre.”

Piştî wê şaneyê bersiva pirs û rapirsînên parlamenteran da.

Back to top button