15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên herêmê bû çirûska jiyana azad

15’ê Tebaxê ku ji bo mîlyonan hêviya jiyana azad afrandiye û tekoşîna berxwedanê veguherandiye vejîneke mezin. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi navê gelê Kurd herikîna dîrokê guhert; hêvî, cesaret û bawerî da tevahî gelan. Vê pêngavê, şerê azadiya welatekî ku kesekî nedikarî navê wê jî bîne ser zimanê xwe, da destpêkirin û ji tevahî cîhanê re ragihand. Di nava gel de bawriya cewherî, vîna serbixwe û zanistiya parastina cewherî jî ava kir. Guleya yekemîn li dijî koletî û mitîngeriyê hate avêtin, îro li herêmên bakur û Rojhilarê Suriyê bi pêşengiya jinan sistem rê avakirin û jin dibin mînak

15’ê Tebaxê roja vejîna gel û destpêkirina agirê berxwedanê yê biryardariya têkoşîna hebûnê ye.

Bi qasî ji bo gelê Kurd, ji bo jinên Kurd jî 15’ê Tebaxê bûye destpêka vejîn û têkoşîna hebûnê.

Ji ber vê yekê guleya destpêkê ji bandora li ser dijmin bêhtir, bû destpêka parçebûna her cûre koletiyê.

Jin ji nava rewşa xwe ya girtî derxist û berê wê da nirxên mirovahiyê.

Ev têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo, li dijî her cûre êrîşên hêzên paşverû zêdeyî 37 salan dewam dike ku pirsgirêka kurd raxist pêş çavan û şoreşa vejînê pêk anî.

Li ser vê rastiya ku 15’ê Tebaxê afirand, rêber Apo bi kûrbûna paradîgmayî ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan û gelan encamên girîng bi dest xist.

Bê guman damarên berxwedanê ku li rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê şîn kir encama berxwedana 15’ê Tebaxê ye.

Tevî êrîşan jin di serkeftin û azadiyê de bi israr in

Li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûrî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a demokrasî, ekolojî û azadiya jinê di meryetê de ye..

Pê ve girêdayî di asta şoreşa jinê de, jin beşdarî her qada jiyanê ya têkoşînê dibin ku ev yek jî dibe çavkanî û hêvî ji gel û jinên cîhanê re.

Ji ber vê di serî de dewleta Tirk, dijminê gelê kurd bi giştî, xwe li ber vê şoreşa azadiyê ranegire..

Êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî yên bi armanca têkbirina pergala neteweya demokratîk bi hemû rê û rêbazan dewam dike.

Tevî êrîş û dagirkirinê, gelê herêmê di rizgarî û azadiyê de israr dike..

Ji bona wê Tarîtiya DAIŞ’ê ku mirovahî tev xiste metirsiyê bi rihê 15’ê Tebaxê di salvegera wê de li Minbicê hat têkbirin..

Çeteyên DAIŞ’ê di Çileya 2014’an de Minbic dagir kir.

Wê çaxê dewleta Tirk piştî Girê Spî Minbic kir navenda DAIŞ’ê.

Vê rewşê heta 1 Hezîrana 2016’an dewam kir.

Piştî wê Meclisa Leşkerî ya Minbincê pêngava rizgarkirina bajêr da destpêkirin.

Şer 73 rojan dewam kir, şervanan tevahî gund ji DAIŞ’ê rizgarkirin.

Li gel wê perdeya reş li ser bi hezaran jin û zarokan rakirin.

Bi vî awayî 15’ê Tebaxa 2016’an rizgarkirina Minbicê li cîhanê hat pîrozkirin.

Agirê berxwedanê ku bi fermandarê mezin Egîdan (Mahsûm Korkmaz) dest pê kir, di xeta Bêrîtan de berxwedana jinê, bi Zîlanan re jî xeta fedayîtiya jinê afirand û herdemî bû.

Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê û Avêsta Xabûr jî dan ser şopa wan û îro roj jî mîrasê berxwedanê di pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de dewam dike.

Back to top button