Oxfam: Li Etiyopyayê 400 kes ji birçîbûnê mirin

Rêxistina alîkariyên mirovî ya navneteweyî Oxfam ragihand ku di 6 mehên dawî de li herêmên Tigray û Amhara yên Etiyopyayê nêzî 400 kes ji birçîna mirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê berpirsê Oxfamê yê Etiyopyayê Gezahegn Kebede ve hat dayîn de behsa krîza erzaqê ya li welêt hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên Tîgray û Amhara yên Etiyopyayê di 6 mehên dawî de nêzî 400 kes ji birçîbûnê mirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku temaşekirina mirovên ji birçîna dimirin ji aliyê exlaqî û siyasî ve îflas e û wiha hat gotin:

“Bi mîlyonan mirov neçar dimînin ku ji birçîna xwe xilas bibin û xwarina xwe ya din peyda bikin serî li rêyên ku nayên xeyalkirin didin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 3,5 milyon mirovên li Tîgrayiyê hewcedariya lezgîn bi alîkariya xwarinê heye.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Etiyopyayê nêzî 4 mîlyon mirov ji ber karesat û pevçûnên ku ji ber guherîna avhewayê pêk tên, bi krîza xwarinê re rû bi rû ne.

Back to top button