Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo banga Dûran Kalkan zêde dibe

Endamê Desteya Rêveber a Eniya Demokrasiya Gel Adil Osman ragihand ku ew piştgiriyê didin banga Dûran Kalkan a li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê.

Adil Osman got:

“Em jî wek Eniya Demokrasiya Gel piştgiriya xwe ji vê peyamê re radigihînin.

Em bang li hêzên çekdar, pêşmerge û gelê kedkar yê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê bibin yek.”

Mamosta, rojnameger û parêzerên navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê jî li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûnên nîşan dan û got:

“Destdirêjiya dewleta Tirk ne qanûnî ye û serweriya xaka Başûr binpê dike.

Pêwîste hikumeta Iraqê, helwesta xwe li Neteweyên Yekbûyî zelal bêje. Vê mijarê bigihîne dadgeha navneteweyî û daxwaziya cezakirin û dadgehkirina Tirkiyê bike.”

Dûran Kalkan 13’ê vê mehê bang li Pêşmergeyan kiribû ku li kêleka gerîlla li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şer bikin.

Back to top button