Li Swîsreyê PYD kongra xwe ya 6. Li dar xist

Rêxistina PYD-Swîsreyê kongreya xwe ya 6’emîn li bajarê Zurîchê li dar xist.

Kongreya 6’emîn a rêxistina PYD-Swîsreyê li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê pêk hat.

Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Abdulselam Mistefa li kongreyê bi silavkirina şoreşa Rojava dest bi axaftina xwe kir û got, “Bi şoreşa Rojava re ku ketiye sala 8’an, gelê Kurd deyndarê van lehengên şoreşê ne.”

Mistefa anî ziman ku berxwedana jinan ya li Rojava ji gelên dinyayê hemûyan re bûye mînak.”

Piştî axaftinan kongreyê dest pê kir û nirxandin li ser kar û pêvajoyê hate kirin û piştre hilbijartin çêbû.

Kongre bi dirûşmeya “Bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê, em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi dawî bû.

Back to top button