Emîne Omer:Em ê 9’ê sibatê kongreyekî giştî ji Hêzên Opozîsyon re li dar bixin

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer da zanîn ku ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ewê 9’ê Sibatê li Brukselê kongreyekî giştî ji hêzên Opozîsyonê re lidar bixin. Emîne Omer dest nîşan kir ku wê beşdarbûna wan di Kongreya Qahîrayê de jî vekirina deriyekê nû be. Her weha Hevseroka MSD’ê da zanîn ku hevdîtinên wan bi hin hêzên Opozîsyon û rêjîma Sûriyê re jî dewam dikin.

Buroya Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji şêniyên herêmê civînek berfereh lidarxist.

Civîn li hola Nadî Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê bi amadebûna partiyên siyasî, serokeşîr û kesên serbixwe pêk hat.

Civîn ji aliyê Hevseroka MSD`ê Emîne Omer û cîgirê buroya rêveberiyê Hikmet Hebîb ve hat rêvebirin.

Emîne Omer destpêkê pênc komxebatên MSD’ê yên li Ewropayê bîr xist û da zanîn ku ewê 9 Sibatê li Brukselê kongreyeke giştî ji hêzên Opozîsyonê re lidar bixin. Armanca wê jî dîtina çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re ye.

HEVSEROKA MSD’Ê EMÎNE OMER:
WELATÊN EREB JÎ ÊDÎ XETERIYA TIRKIYÊ DIBÎNIN

Emîne balkişand ser beşdarbûna wan di Kongreya Qahîrayê de û diyar kir ku wê ev beşdarbûn bibe deriyê ketina nava muzakereyan.

Emîne dest nîşan kir ku wê Opozîsyon beşdarî Kongreya Qahîreyê nebe û diyar kir ku dewletên Ereb jî êdî xetereya dewleta Tirk ne tenê li Sûriyê, li ser hemû dewletên Ereban dibînin.

HEVSEROKA MSD’Ê EMÎNE OMER:
DI DEMA BÊ DE, WÊ LI TIRKIYÊ GUHERTINÊN HUNDIRÎN PÊK BÊN

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer li ser hevdîtinên bi rejîm û hêzên opozisyona Sûrî re dewam dikin.

Serokên eşîrên herêmê jî di civînê de axivîn û spasiya fermandariya QSD’ê ya ji bo pêşwaziya koçberên ji Heleb û Idlibê kirin.

Her wiha îşaret bi ruhê nîştimanî yê QSD`ê kirin û gotin, wê ev gav rê li ber Tirkiyê bigre ku koçberan bikar bîne.

Back to top button