Zelal cîger: Êrîşên wiha, kîna li dijî jinan nîşan dide

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger têkildarî kuştina Hevseroka Meclisa Bajaroka Til Şayirê ya Deşîşayê Seda Feysel El-Herms û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr diyar kir ku kirinên wiha li dijî jinan kîna hêzên desthilatdar nîşan dide.. Lewra armancgirtina herdu jinan vîna jinên ereb xurtir kir.

22’yê Çileya 2021’ê Hevseroka Meclisa Bajaroka Til Şayir ya navçeya Deşîşa ya Kantona Hesekê Seida Feysel El-Herms û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ve hatin revandin û kuştin.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Zelal Cîger derbara kuştina herdu jinan de nirxandin kir.

Zelal Cîger anî ziman ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinên ji pêkhateyên ereb piştî rizgarkirina herêmên wan ên ji çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe di nav xebatan de girtin.

Zelal diyar kir ku lê li hember rêxistinbûna wan, desthilatdarên ku dijminatiya jinan dikin, bi kirinên hovane êrîşî pergala wê dikin.

Zelal êrîşên wiha, weke lawazbûna çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî vîna jinê ku kîna wan nîşan dide, bi nav kir.

Zelal Cîger: Helwesta jinên ereb zêdetir derkete pêş

Hevseroka Tev-Dem’ê hevgirtina jinan li dijî bûyerên armancgirtina jinan, serkeftina herî mezine, dibîne.

Zelal Ceger eşkere kir ku li dijî armackirina jinan, helwesta jinên ereb zêdetir derkete pêş.

Zelal Cîger: Hevgirtina jinan li dijî êrîşan, serkeftin bi xwe ye

Hevseroka Tev-Dem’ê Zelal Ceger têkoşîna wan bi armanca tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê ye û banga xwedîderketina li Seida û Hindê kir.

Back to top button