Yekemîn kovara zarokan a xêzeromanê ya bi Kurdî GOG dest bi weşanê kir.
Kovara GOG ji bo zarozên 6-14 salî bi zaravayê Kurmancî û Zazakî dê weşana xwe berdewam bike.
Kovar wê ji 48 rûpelî pek were û di rûplên xwe de, herî zêde şêweyê xêzeromanê û çîrokên girêdayî gelek mijaran, bihewîne.
Derhenêrê weşanê yê giştî Îmam Cîcî diyar kir, ji ber ku zarok nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin, qadeke cuda û xweser ava kirine û ji bo nivîskar û xêzkarên Kurd jî ew ê bibin platformeke serbixwe.
Cîcî diyar kir ku kovar wê li ser malperên înternêtê were weşandin û piştre jî ew ê hewl bidin ku kovarê çap bikin.