Hikûmeta Alman ji ber têkiliya xwe ya dewleta Tirk biryara qedexeyê pêk nayne

Piştî Firansayê, li Almanyayê jî Gûrên Boz bi biryara hikûmeta federal hate qedexe kirin. Lê hikûmeta Alman ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re vê biryarê heta niha erê nekiriye. Ji rojnameyên sereke yên Almanyayê Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng (FAZ) bang li rêveberiya Berlînê kir ku li gor biryarê tevbigere û êdî koma bi navê Gûrên Boz qedexe bike.

Faşîstên Tirk ku xwe bi navê Gurên Boz bi rêxistin dikin û li dijî Kurdan, Ermen û Yahûdiyan êrişan dikin, ev demeke di rojeva welatên Ewropayê de ne.

Ji ber êrişên li dijî Ermenan, Fransayê ev komên nijadperest qedexe kirin.

Di Mijdara 2020’an de li Almanyayê jî pêşnûmeqanûna ku Rêxistina Gurên Boz qedexe dike, li Meclîsa Federal hatibû qebûlkirin.

Li gel qebûlkirina vê pêşnûmeyê jî, Wezareta Karên Hundir a Alman di qedexekirina vê koma faşîst a Tirk de xwe sist dike.

Di serî de Partiya Çep, Partiya Demokratên Azad û Partiya Keskan eniya muxalefetê rexneyên tund li vê yekê dikin.

Yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê Frankfûrter Allgenemîne Zeîtûng (FAZ) bi nivîsekê banga li hikumeta Merkel weşand.

Nûçegihanê eyaleta NRW ê rojnameyê Reîner Bûrger nivîs weşand û di gotara xwe de qala metirsiya komên neteweperest ên Tirk li ser azadî û demokrasiya li Ewropayê kir.

Bûrger xwest ku ev kom bên qedexekirin. Di nivîsa bi serenavê “Êdî qedexe bikin” de qala metirsiya komên rastgiriya tund li ser demokrasiyê hate kirin.

Di nivîsê de xemsariya hikumetê hate rexnekirin û li gel bîrxistina bûyerên tundiyê yên koma Gurê Boz li Almanyayê, hate ragihandin ku di sala 1980’î de sendîkavanekî welatiyê Tirkiyê bû ji aliyê vê rêxistinê ve hate kuştin.

Di nivîsê de hate ragihandin ku di Çileya 2013’an de jî ev hêza paramîlîter siyasetmedarên jin ên Kurd jî kuştin.

Agahiyeke din a ku FAZ’ê bal kişande ser hejmara faşîstên Tirk ên li Almanyayê ye. Li gorî rojnameyê hejmara Gurê Boz li Almanyayê 11 hezar e ku bi vî rengî koma herî mezin a rastgiriya tund a li Almanyayê ye.

Back to top button