Welatiyên Şengalê: Emê nehêlin careke din destdirêjî li ser Şengalê bê kirin

Çalakiya xelkê Şengalê bi slogana “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 61’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Welatiyên Şengalê bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Rojane serdana konê çalakiyê tê kirin.

Welaiyên Şengalê diyar kirin ku divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin.

Rêveberê Çand û Hunera Şengalê Hesen Şengalî serdana konê çalakiya destekdayîna asayişa Êzidxanê kir û wiha got:

“Divê tevahî Êzidî li konê rûmet û berxwedanê xwedî derkevin.”

Endama Meclîsa Şengalê Fehîme Silêman jî bal kişand ser gefên Erdogan got: “Heta ku ciwanek bi rûmet û dayîkên me hebin, em ê li hemberî gef û êrişên Erdogan a li ser Şengalê serî netewînin.

Back to top button