Fermandaran: Em ê rêya dagirkeriyê bigirin û soza berdewamiya têkoşînê didin

Fermandarên YPG û YPJ’ê li Qamişlo bi malbatên şehîdan re civiyan û soz dan ku li dijî gefên dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Fermandarên YPG û YPJ li Hola Rewabî ya Qamişloyê bi nêzî 300 malbatên şehîdan re civiyan.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di civînê de amade bû û diyar kir ku serkeftina projeya Rêveberiya Xweser bi saya şehîdan e û Peywira wan a sereke ew e ku xwedî li nirxên ku şehîdan, derkevin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Piling Qamişlo jî eşkere kir gelek alî hewl didin gelê Kurd tune bikin, lewma amadebûna xwe di parastina gelê xwe û dewama têkoşînê de anî ziman .

Piştî axaftinan sînevîzyonek têkildarî têkoşîna şehîdan hate pêşandan û dawiyê de koma muzîka Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stran pêşkêş kirin.

Back to top button