Rohilat Efrîn: Şoreşa Rojava xwe dispêre felsefeya wî

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê axivî.
Rohilat Efrîn anî ziman ku dîlgirtina Rêber Apo tê wateya dîlgirtina ziman, çand, nasnamey û got: “Bi komployê sîstema qirkirinê hate kûrkirin.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê axivî.

Rohilat Efrîn di despêka nirxandinê xwe de wiha bahsa komloya 15’ê sibatê kir û got:

“Bi komploya navneteweyî re xwestin têkoşîna nasname, çand û ziman ê gelan asteng bikin, sîstema qirkirinê hate kûrkirin. Di esas de Komplo înkarkirna gelê kurd bû.”

Rohilat Efrîn bal kişand ser nerazîbûnên li hemberî komploya navneteweyî û bi dewamî got:

“Her kes û hemû hêzên ku navê Rêber Apo bihîstin, di doza wî de têkoşiyan, serhildanên gel, qîrîna dayikan, yên bedena xwe dan ber agir li cîhanê bûn dengek.

Şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Apo gihîşt vê astê. Rêber Apo li Rojava hîmê şoreşeke gelekî xurt danî.”

Rohilat Efrîn: Bi parêznameyên xwe komplo têk bir

Rohilat Efrîn bi dewamî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo domand:

“Şert û mercên giran ên tecrîdê ji ber tirsa hêzên hegemonîk û dagirker a ji ber belavbûna gotineke bi tenê ya Rêber Apo ye.”

Rohilat Efrîn got, “Ragirtina Rêber Apo bi salan li zindana Îmraliyê, astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbata wî re, ji ber tirsa ji hêza paradîgmaya wî ye.

Lewma di şexsê Rêber Apo de zêdeyî 40 milyon mirov, ziman, çand û nasnameya gelekî tê tecrîdkirin.”

Rohilat Efrîn: Gel daxwaza azadî û demokrasiyê dike

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn herî dawî girîngiya pêngava azadiyê jî nirxand.

“Jin di şexsê Rêber Apo de gihîştin azadiya xwe, rizgariya xwe dîtin.

Ji meşan heta bi berxwedana li zindanan û grevên birçîbûnê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîneke bêeman tê meşandin.

Ne tenê gelê Kurd, her kesên ku di bin zext, zilm û dagirkeriyê de ne, her eksên ku xwe di nava têkoşîna Rêber Apo de dibînin, xwedî li Rêber Apo derketin.”

Back to top button