Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron banga ferzkirina cezayan li Tirkiyê kir

Têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk li Deryaya Spî û Lîbyayê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron banga ferizkirina cezayan li ser wê kir.

Serokomarê Qibrisê, Nicos Anastasiades, serdana paytexta Fransa Parîsê kir û bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Di civîvan çapemeniyê ya navbera herdu serokan de, derbarê binpêkirinên Tirkiyê di Deryaya Spî de, Emmanuel Macron li ser xemsariya Yekîtiya Ewropayê hişyarî da.

Macron banga ferzkirina cezayan li ser aliyên ku serweriya deryayî ya Yûnanistan û Qibrisê binpê dikin, kir.

Derbarê rewşa Lîbyayê, Macron destnîşan kir ku heta agirbestek û çareseriyek li welêt pêk were divê ceza li ser aliyên ku destwerdanê lê dikin were ferzkirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got:

“Şaştiyek pir mezin e ger ewlehiya rojhilatê Deryaya Spî di destê aliyên din de be û ev jî ne bijarteyeke ji bo Ewropayê. Fransayê jî wê nehêle ku ev tişt pêk were.”

Back to top button