HRE‘yê nasnameyên 3 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên xwe yên 9’ê Kanûnê li Efrînê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku herêma Efrîn dagir kirin, hêzên me li hember dagirkeriyê berxwedanek mezin raber kiriye. Di qonaxa duyem ya rizgarkirina Efrînê de ku hêzên me dan destpêkirin, berxwedaniyek bê hempa tê nîşandayin. Divê şerê berxwedaniyê de rêhevalên me Bahoz, Xabûr û Mazlum li Efrînê di encama şer û berxwedaniyekê mezin de şehîd bûn. Her 3ê rêhevalên me jî ji roja ku tevlî refên me bûn bi wêrek û bêteredut tevlî şerê berxwedanê bûn. Her 3ê rêhevalên me jî, di pêvajoya berxwedanê de erk û berpirsiyartiyên ku diketin ser milên wan bi azweriyeke mezin bi cîh anîn.Di şexsê hevrê Bahoz, Xabûr û Mazlum de em hemû şehîdên leheng bi bîr tînin, di serî de malbatên şehîden me û ji tevahî gelê me re ser saxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Bahoz

Nav û Paşnav: Reşîd Hesen

Navê Dayikê: Meysa

Navê Bav: Horîk

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 9‘ê Kanûn 2019‘an

Nasnav: Xabûr

Nav û Paşnav: Xelîl Cuma Celo

Navê Dayikê: Melek

Navê Bav: Cuma

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 9‘ê Kanûn 2019‘an

Nasnav: Mazlum Şêrawa

Nav û Paşnav: Reşîd Xidir

Navê Dayikê: Suad

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Şêrawa

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 9‘ê Kanûn 2019‘an

Leave a Reply

Back to top button