HDP: Berpirsê komkujiya Konyayê desthilata faşîst AKP-MHP ye

Partiya Demokratik a Gelan HDP’ê Mîthad Sancar komkujiya Konyayê Şermezar kir û daxuyakirin ku berpirsê komkujiyê desthilata faşîst AKP-MHP ye.

Duh dewleta Tirk a nijadperest êrîşî malbateke kurd kirin ku di encam de
3 jin, 7 kes hatin qetilkirin û paşê jî malê dan ber agir.

Piştî komkujiya ku nijadperestên Tirk pêk anî, HDP’ê li navenda giştî bi awayeke awarte civiya.

Piştî civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyaniya çapemeniyê da.Di daxuyaniyê de hat gotin: ”

Zimanê desthilata AKP-MHP’ê ku ku her tim kurdan weke terorîst nişan dide bingeh vê komkujiyê re çêkir.

Sancar got:

“Li Tirkiyeyê planeke kaosê heye û ji bo vê jî bang li hêzên demokrasiyê û mûxalefetê dikim ku li dijî ziman û zêhniyetê nefretê derkevin.

Êdî êrîş ne tenê dijî HDP’ê, li ser HDP’ê re polîtîkayeke sîstematîk a komkujiyê li dijî gelê Kurd heye.

Dem nemaye û di serî de ji gelê Kurd, ji hemû mûxalefetê û hêzên demokrasiye xwest êdî bêjin, ‘Bes e’.”

Tê payîn îro şandeyeke HDP’ê biçe konyayê.

Keskîn Bayindir: Erdogan rê li ber komkujiyên wiha vekiriye

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk -DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku ev êrîş û komkujî hêza xwe bi temamî ji ziman û polîtîkayên nijadperest û cihêkar ên desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan digirin.

Bayindir da zanîn ji ber ku Erdogan destûr daye dadgeran ku êrîşkar û sûcdaran ceza nekin, êrîşên wiha têne kirin.

Back to top button