KCK: Daxuyaniya Amerîka provaksyone û dûrî ji rastiyê ye’

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê diyar kir ku daxuyaniya rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ya li ser bûyera li Gareyê daxuyaniyeke provokatîf e û destnîşan kir, îradeya ku ew hêz şand Garê, berpirsyarê bûyerê ye.

PDK siyaseta xwe ya ku şerê navxweyî gur dike didomîne û hêz dişîne qadên gêrila.

Roj bi roj hêzên ku li pişt plana şerê navxweyî ye, bi helwesta ku nîşan didin xwe deşîfre dikin.

Tevî ku wezareta pêşmerge daxuyaniyek da û diyar kir ku di navbera gerîla û pêşmerge de ti şer çênebûye, mayîn di seyara pêşmerge de teqiyaye lê ser vê yekê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Emerîkayê, weke ku gerîla êrîşê pêşmergê kiriye daxuyaniyeke provakatîf da.

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê bersiva Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da.

KCK’ê diyarkir ku 4’ê mijdarê tevî ku gerîla hestyar tevgeriya jî lê israra PDK’ê ya ketina qadên gêrîla bû sedem ku zirarek canî çêbibe. Berpirsyarê vê yekê jî ew îradeya ku van hêzên çekdar xist tevgerê ye.

KCK’ê destnîşankir ku di demeke ku hemû beşên Kurdistanê, aliyên siyasî, rewşenbîr, kesayetiyên ayînî û civak daxwaza aramkirina rewşê û pêkanîna diyalogê dikin,Wezareta Amerîkayê dewsa ku banga bidawîkirina aloziyê bike, bi vê daxuyaniya xwe hewl da agirê şer û nakokiyê geştir bike û cesaret bide wan aliyên navxweyî û herêmî ku dixwazin agirê şerê Kurd-Kurd xweş bikin.

KCK’ê got:

“Ew daxuyaniya alîkarê berdevkê wezareta Derve ya Emerîkayê bi temamî daxuyaniyeke provakatîf e, ji rastiyê dûr e û li ser bingehê berevajî nîşandana bûyeran hatiye amadekirin.

Amerîka li şûna ku rexne li sewqiyata leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê bike, bi hemû awayî piştevaniya wê û teşwîq dike.

Amerîka him li hember sûcên şer ên Erdogan deng dernaxe him jî bi piştevaniya siyaseta PDK’ê dixwaze aloziya di navbera hêzên Kurdî de kûrtir bike.”

KCK: Divê hêzên siyasî û xelkê Başûr li hember şerê navxweyî têkoşîna xwe zêdetir bikin

KCK’ê bang li gelê kurd taybetî jî xelkên Başûrê Kurdistanê hêz û aliyên siyasî û reşwenbîran kir ku li hember daxuyaniya Amerîkayê hişyarbin û hewildanên xwe yên ji bo aramî û çareseriyê zêdetir bikin.

Back to top button