Yekîtiya Ewropayê cezayên ser Tirkiyê salekê din dirêj kir

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji ber kiryarên Tirkiyê yên nerewa li Deryaya Spî wê cezayên xwe ser wê ji bo salekê din dirêj bike.

Biryara Yekîtiya Ewropayê di wê demê tê, ku Yûnanistan, Qibirs û piraniya dewletên Ewropayê gavên Tirkiyê yên nerewa li Deryaya Spî rexne dikin.

Beriya niha jî Yekîtiya Ewropayê name ji Tirkiyê re şanidbû ku ger Tirkiyê tevgera xwe ya nerewa li deryayê ranewestîne, wê yekîtî bê deng nemîne.

Beriya demkê jî, Amerîkayê gera keştiyên Tirkiyê ji bo xazê li rojhilatê Deryaya Spî şermezar kiribû û banga rewstandina van kiryaran kiribû.

Amerîkayê bang li Tirkiyê kiribû ku yekser dest bi danûstandinan bi Yûnanistanê re bike û nema girêkan li pêşiya danûstandinan deyne.

Back to top button