PYNK’ê ji bo tevahiya Kurdistanê banga aştiyê kir

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî daxuyanî da.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxweyî daxuyaniyek da.

PYNK’ê destnîşan kir ku di demên dawîn de nîşaneyên rûdana şerekî birakujiyê di navbera aliyên kurdistanî de diyar bûye û got,

Ev yek hewldanên çareserkirina doza Kurd lawaz dike.

PYNK’ê da zanîn ku careke din li dijî gelê Kurd planên dijber têne sazkirin.

Her wiha lihevkirinên veşartî ji bo valakirina çiyayên Kurdistanê ji şervanên Kurd jî tên çêkirin.

PYNK’ê bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku destkeftiyên dîrokî yên ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, biparêzin.

Back to top button