Li dijî êrişên dewleta Tirkiyê gel bi hêrs e û di nava çalakiyan de ye.
Ji kantona Reqa, heta Minbic, Şehba û Efrînê êriş bi çalakî û daxuyaniyên cuda hate şermezarkirin.
Di çalakiyan de, banga parastina desketiyan hate kirin.
Li Reqayê bi sedan şênî daketin qadan û meşek li dijî êrişan li darxistin.
Piştî meş veguherî mêtingê gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:
“Ev êrişên dagirkeriyê vîna me lawaz nake, em ê li rex hêzên xwe bin û herêma xwe ji her cure êrişan biparêzin.”
Beşdarên meşê jî diyar kirin ku tu rê ji bilê berxwedanê tune ye.
“Em ê bi hevgirtiya xwe planên qirêj ên dagirkeriya Tirkiyê pûç bikin”
Li aliyekî din jî Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Jinên Sûriyê û Şêx û Rûspiyên Reqayê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de, hate gotin: “Armanca van êrişan xuya ye, ew jî têkbirina destketiyên Rêveberiya Xweser, koçberkirin û parçekirina herêmê ye.
Li dijî van planên qirêj em ê jî bi hevgirtina xwe projeyên Osmaniya nû têk bibin.”
Pêkhateyên herêmê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê di nava çalakiyan de ne
Li Tebqayê jî Hevgirtina Al El Beyt û Meclisa Jinên Zenûbiya daxuyanî dan û bang li dewletên navnetewî û parastina mafên mirovan kirin ku bi erkên xwe rabin û rê li van êrişên hov bigrin.
Meclisa Malbatên Şehîdan jî daxuyaniyek li Dêra Zorê da û da zanîn ku ew ê li destketiyên şehîdên xwe xwedî derkevin.
Li aliyekî din jî Rêxistinên Civakî, Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzerên Minbicê daxuyaniyê dan û gotin:
“Em êrişên qirkirin, dagirkerî û hovane yên li dijî herêmê şermezar dikin.
Di encama van êrişan de bi deha sivîl şehîd û birîdar bûne.”
Li Şehbayî jî Kongra Star bi çalakiyeke protastoyî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
Di çalakiyê de hate gotin: “Bedel çi be jî em ê bidin, lê em rê nadin dagirkeriyeke nû.”
Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Efrîn û Şehbayê jî daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiyê bi van êrişan wê qet negihêje armancê xwe.
Şêx û Rûspiyên Helebê jî gotin: “Bi yekîtî, hevgirtin û hêza xwe ya cewhrî ew ê li dijî van êrişan bisekinin.”