Li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn û operasyon dewam dikin.
Herî dawî li navçeya Geliyê Alşay a li başûrê Kerkûkê, 7 xalên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin.
Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî der barê vê operasyonê de ev agahî dan:
” Hêzên Iraqê di encama operasyonekê li Geliyê Alşay a başûrê Kerkûkê de, 7 nuqteyên çeteyan rûxandin.
Her wiha û miqdarek çek û teqemenî jî bi dest xistin.”
Frêhî diyar kir ku di nava van amûrên leşkerî de, hawan, çek, doşka , mayîn, 5 guleyên topan hene, rêjeyek ji van amûran desteserkirine û rêjeyek jî tunekirine.
Alîkarê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Ferîq Elî Frêhî têkildarî hejmara çeteyên hatine kuştin û girtin ti agahî bi parve nekir.