Ûkrayna: 17 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin

Şerê li Ûkrayna tevî hemû bang û hewildanên hevdîtinan 33 roj in dewam dike.
Ûkraynayê ragihand heta niha hêzên wan 17 hezar leşlerên Rûsî kuştine.

Fermandariya Leşkerî ya Ûkraynayê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a dinnavber 24’ê Sibat û heta 28’ê Adarê bi par ve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin bi parvekirin:

“Hêzên meheta niha 17 hezar leşkerên Rûsî kuştin e.

123 balafir, 127 helîkopter, 586 tang, hezar û 595 erebeyên zirxî, 302 top û 96 pergalên mûşekan bêbandor kirine.”

Kyrylo Budanov: Putin dixwaze Ûkrayna weke koreya parçe bike

Li aliyekî din hat ragihandin di nav 24 se’etên dawî de li bajarê Mariupolê tenê, 681 kes hatine derxistin

Ji Istîxbarata leşkerî ya Ûkraynî Kyrylo Budanov diyar kir ku Putîn dixwaze Ûkraynayê weke Koreya Başûr û Bakur parçe bike.

Herî dawî jî hat ragihandin duh li herêma donetsk 58 sivîl hatine birîndarkirin.

Back to top button