Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Tebqayê Setam El-Ferec der barê helwesta hikumeta Şamê ji çareseriya aloziya welat de axivî û got: “Diyalog, rêbazê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye.”
Setam El-Ferec da zanîn ku hişmendiya hikumeta Şamê ji gelek serdeman ve dewam dike û diyalogan an jî çareseriyên aştiyane red dike û got :
“Hikumeta Şamê her tim çareseriya leşkerî tercîh dike..
Ev jî isbata dîktatoriyeta hikumetê dike..
Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya Sûriyê û çareseriya wê, modeleke guncaw pêşkêş kir..
Lê ev çareserî hate redkirin..”
El-Ferec destnîşan kir ku çareserî ew e ku her alî dev ji çekan berde û dest bi diyalogê bike..
Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Setam El-Ferec dawiyê bang li dewletên aktîf dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin, da ku lidarxistina diyalogan erê bike da ku dawî li aloziya welat bîne.