Şêniyên Amûdê cenazeyê şehîd Mihemed Elî oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Mihemed Elî li goristina şehîdan oxir kirin.

Mihemed Elî di 10’ê Sibatê de li bajarê Minbicê Şehdî bû

Şêniyan cenazeyê şehîd ji saziya malbatên şehîdan girtin û birin goristana bajêr.

Di merasîma oxirkirina şehîd de, berdevkê Lîwa El-Şemal El-Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Mehmûd Hebîb diyar kir ku bi canên pak ên şehîdan welat hatiye parastin û soza domandina berxwedanê da.

Li ser navê malbatên şehîdan jî axaftin hatin kirin û hat gotin ku ji bo aramiya gel û welat şehîd canê xwe didin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button