Hêzên Rizgariya Efrînê HRE, hemwextî çalakiya li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê, li Şera û Ezazê jî rêzeçalakî pêk anîn.
Di çalakiyan de, 7 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE di daxuyaniya li ser rêzeçalakiyan de ev agahî parve kir:
Li hember baregeha Kîmarê ya navçeya Şêrawa çalakiyek hat lidar xistin.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Di çalakiyê de çekek doçka hat bêkêrkirin.
Li hember baregeha Enabkê ya navçeya Şera jî çalakiyek hat lidar xistin.
Di encamê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Li Ezazê li hember rêbendek çeteyan çalakiyek hat lidar xistin.
Polîsek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li Şêrawa li hember baregeha Cilbirê çalakiyêk hat lidar xistin.
Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariyê diyar kir ku di encama van çalakiyan de bi giştî 7 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.