Bi sedan şêniyên herêma Tebqa û gundewarê wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir El-Ewad bi merasîmek girseyî oxir kirin.
Li Tebqayê bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê şehîd Mahir El- Ewad ji nexweşxaneya Tebqayê ya Watanî wegirtin û berê xwe dan guristana şehîdan.
Bi sedan endamên saziyên sivîl, civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî wan bûn.
Li goristanê hevalên şehîd, cenazeyê hevalê xwe rakirin ser milan û danîn ser dika goristanê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, Bi navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê axeftina hate kirin.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kirin ku şehîd Mahir ji yekemîn endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, ku berpirsa parastina herêmê hilda ser xwe.
Piştî bidawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Foza wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Mahir li gel berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.