Dewleta Tirk li 21 bajaran operasyonên qirkirina siyasî kir

Polîsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd de girt û ew binçav kirin. Têkîldarî binçav kirinan Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ragihand ku nêzî 150 kes hatine binçavkirin.

Bi nêzbûna hilbilbijartinê re Hikumeta AKP a ku binketina xwe di hilbijartinan de dibîne êrişên xwe yên li dijî Rojnamevan û Siyastemedaran zêde kiriye.

Hikumeta AKP’ê hewil dide bi girtina Rojnamevanan pêşî li dengê azad bigre.

Serê vê sibehê Polîsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd de girt.

Amed jî di nav de li 21 bajaran operasyonên qirkirina siyasî hate kirin.

Rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 150 kes hatin binçavkirin

Di nava wane de rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan, hunermend û gelek kesên din bi giştî 150 kes hatin binçavkirin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel nerazîbûn nîşanî binçavkirinê da..

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî ev yek got:

Bi fermana Serdozgeriya Komarê nêzî 150 kes hatine binçavkirin.

Back to top button