Dêrik-Şêniyên Herêma Cizîrê bi merasîmekê şehîdên Qereçoxê bibîranîn

Îro û piştî 6 salan li ser lûtkeya Çiyayê Qereçoxê ew şehîd tên bi bîranîn.Di bîranîna şehîdan de soza berdewamkirina şopa wan hat nûkirin.

25’ê Nîsana 2017’an dewleta Tirk a dagirker êrişî çiyayê Qereçoxê yê Dêrikê kir.

Di encamê de 20 şervan û 3 rojnamevan şehîd bûbûn.

Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25’ê Nîsanê wek Roja Şehîdan ragihandiye.

Her sal di vê rojê de merasîmên bîranîna şehîdan tên lidarxistin.

Îro li lûtkeya çiyayê Qereçoxê, merasîmek ji bo bîranîna şehîdan hat lidarxistin.

Şêniyên herêma Cizîrê bi buneya roja şehîdan ber xwe dan çiyayê Qereçoxê û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewhir Osman axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê bi êrişa li dijî Qereçox xwetis vîna gel têk bibin.

Cewahir eşkere kir ku gelê herêmê wê demê xwedî li şehîdên xwe derket û bi sekna xwe ya têkoşer îsbat kir ku ew li hember êrişan mertal in

kesên ku beşdarî merasîman bûn ji me re axivî û soza şopandina riya şehîdan heta gihaştina armancên wan dan.

Back to top button