“Amerîka daxwaza çûna El-Esed nake, lê daxwaza guhertina kiryarên hikûmeta wî dike”

Nûnerê Amerîkî bo Sûriyê James Jeffrey di konferanseke bi rêya înternetê re derbarê Sûriyê de axivî û wiha got: Em daxwaz nakin ku El-Esed biçe lê belê daxwaza me ew ku kiryarên xwe li hemberî gelê Sûriyê biguherîne.

Konferans ji aliyê peymangeha Rojhilata Navîn ve hat lidarxistin.

Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Sûriyê Jeffrey got ku Amerîka serkeftineke giştî li Sûriyê naxwaze û wiha dewam kir;

Ne girîng e ku El-Esed ji ser desthilatê biçe lê belê pêwîst e El-Esed û hikûmeta wî kiryarên xwe li hemberî welatiyên Sûrî biguherîne.

Her wiha em daxwaz nakin ku Rûsya jî ji Sûriyê derkeve lê bi ya me hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê ne pêwîst e û derxistina wan ji Sûriyê ne di siyaseta me de ye.

Amerîka dixwaze ku Sûriyê vegere beriya sala 2011 amgo berî derbasbûna hêzên Rûsî ê Îranî ji Sûriyê.

Jeffrey di nava axaftina xwe de diyar kir ku hêzên Amerîkî dê ji Sûriyê derkevin lê ne niha.

Back to top button