Balyozê Amerîkî li Lîbyayê Richard Norland û Serkêşê Fermandariya Amarîkayê di Afrîkayê de General Stephen J. Townsend banga agirbestekê li Lîbyayê kir.
Balyozxaneya Amerîkî li Lîbyayê ragihand ku Balyozê Amerîkî li Lîbyayê û Serkêşê Fermandariya Amarîkayê di Afrîkayê de li bajarê Zwarayê bi serokê hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac re civiyan.
Aliyên Amerîkî teqezî ser pêwîstya vegera li danûstandinên siyasî bi serperştiya Netewên Yekbûyî kir û daxwaza pêkanîna agirbestekê li welêt kir.
Her hat gotin jî ku şerê li Lîbyayê egeriya vegera DAIŞ û rêxisitna Qaîdayê zêde dike.
Fransa: Tirkiye lîstikeke xeternak dilîze, divê pêşiya wê were girtin
Li aliyeke din, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokomarê Tûnisê Qeys Seîd di kongreyeke çapemeniyê de ser rewşa Lîbyayê axivîn.
Macron got:
“Tirkiye lîstikeke xeternak di Lîbyayê de dilîze, ev gefê li herêmê û Ewopayê bi giştî dixwe.
Divê pêşî li destwerdanên yekalî yên Tirkiyê werin girtin.”
Qeys Seîd jî got ku ew parçekirina Lîbyayê qebûl nakin û divê hemû destwerdanên derve werin rawestandin