Li Til Werd leşkerekî rêjîma Sûrî birîndar bû

Berxewdana Rûmetê di roja 41’ê de didome.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê êrîşî gundê Til Werd yê Til Temerê û gundê Qibûr El Xerajne yê Zirganê kirin.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê êrîşî gundê Til Werd yê Til Temerê kirin.

Di encama êrîşê de leşkerekî Rêjîma Sûrî birîndar bû.

Ew leşker ji bo tedewiyê rakirina nexweşxaneyê.

Li aliyekî din çeteyan êrîşî gundê Qibûr El-Xerajna yê di navbera Til Temer û Zirganê kirin.

Di encama êrşan de sivîlek bi navê Elî Mihemed Ehmed yê 57 salî birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button