Kazexistan: Gera 14’mîn a ASTANAyê hate paşvexistin

Wezareta Derve ya Kazexistanê ragihand ku gera 14’emîn a danûstandinên ASTANAyê ku diviyabû di nîvê meha Mijdarê de pêk hatiba, hatiye paşvexistin.

Wezîrê derve yê Kazexistanê Muxtar Tilîyou-berdî ji ajansa Sputnek re got, dibê ku di destpêka meha Kanûnê de danûstandinên Astanayê bên lidarxistin.

Tilîyou-berdî destnîşan kir ku wezareta derve ji dewletên garantor Rusya, Îran û Tirkiyeyê li benda daxwaznameyek fermî ye.

Di demeke ku nakokiyên xebatên Komîteya Destûrî a Sûrî ya li Cenêvê dewam dikin, gera 14’emîn a danûstandinên Astanayê jî hate paşvexistin.

Her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî berdewam in, ku qaşo ev dewlet di van danûstandinên siyasî de rolekî garantor wergirtine.

1 û 2 ‘ê Tebaxa borî gera 13emîn a danûstandinên Astanayê li paytexta Kazexistanê Nûr Sultan hate lidarxistin.

Gera 13emîn jî weke yên beriya xwe bê encam bidawî bû.

Leave a Reply

Back to top button