El-Ebid: Tirkiye çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên li dijî Bakurê Sûrî de bi kar tîne

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku wan navê gelek çeteyên DAIŞ’ê ku niha li Girê Spî li rex artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmê dikin belge kirine. Hemdan El-Ebid teqez kir ku Tirkiyê guhertina demografîk pêk tîne û malbatên çeteyên ku ji kampan reviyane li malên şêniyên Girê Spî bi cih dike. 

 

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid rewşa dawî ya herêmê nirxand.

El-Ebid diyarkir ku Erdogan ji bo dagirkeriya xwe rewa bike, herêmê bi ewle dagir kir, sivîl kuştin û pêkhateyên resen yên herêmê koçber kirin.

El-Ebid îşaret bi bê dengiya civaka navneteweyî kir û weha got:

“Sûcên şer yên Tirkiyê derheqê pêkhateyên herêmê de gelek caran bi dîmen hatine belgekirin.

Mîna kuştina siyasetmedaran, leşkeran û lîstina bi cenazeyên wan.”

Hemdan El-Ebid teqez kir ku Tirkiyê çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûrî de bi kar tîne û got:

Me navên gelek çeteyên DAIŞ`ê yên ku li herêma Girê Spî ne belge kirine. Weke koma çeteyên bi navê El-Bello, El-Aqal û Ebû Abdullah El-Turkmanî.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid balkişand ser kirinên çeteyan yên kuştin û revandina sivîlan û koçberiya bi zorê û weha dewam kir:

Dewleta Tirk bi mebesta guhertina demografîk, malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Kampa Eyn Îsayê revîne di malên şêniyên Girê Spî de bi cih kirine.

Leave a Reply

Back to top button