Amerîka ji bo êrîşa li ser keştiya Petrolê, Îran bi belgeyan tewanbar dike

Amerîka ji bo êrîşa li ser keştiya Petrolê ya li beramberî Umanê, Îran bi belgeyan tewanbar dike.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê aşkare kir ku, balafira êrîşî keştiya Petrolê kiriye, li kargehên Îranê hatiya çêkirin.

Berî wê jî Birîtaniya, Îsraîl û Romaniya, Îran bi pêkanîna êrîşê tewanbar kiribû û Îranê jî gotibû divê belge werin aşkerekirin.

Ji xwe di encama êrîşa li ser keştiya Îsaîlî de, du kesên Birîtanî û Romanî hatin kuştin û ji ber nakokiyên di navbera Îran û wan welatan de, yekser Tahran hat tewanbarkirin.

Back to top button