Li Spanya..1,090 laşên lawirên ku ji bo xweşikiyê hatine dagirtin hatin dîtin

Di operasyona ku li Spanyayê hat lidarxistin de, hezar û 90 heywanên cemidî yên ku bihayê wan 29 milyon euro ye hatin bidestxistin.
Beşek ji van heywanan nifşê wan li ber tinebûnê ne.
Rayedaran ragihandin ku zêdetirî 400 heywan ji cureyên parastî ne.

Di operasyona ku li bajaroka Betera ya li nêzî bajarê Valenciayê ya li rojhilatê Spanyayê hat lidarxistin de, hezar û 90 heywanên dagirtî yên ku bihayê wan 29 milyon euro ye hatin dîtin.

Hat ragihandin ku 405 ji wan di nav heywanên di xetereyê de ne û parastî ne.

Pilingên Bengalê, werşeq, hirçên polar, kergedenên spî ji heywanên di xetereyê de ne ku hatine girtin.

Der barê xwediyê vê koleksiyona taybet de bi îdiaya “qaçaxçîtî û sûcê jîngehê” doz hat vekirin.

 

Back to top button