Di roja 100’î de ji sedî 20’ê axa Ukrayna ket bin kontrola Rûsyayê

Şerê li Ukraynayê îro ket roja xwe ya 100’î.
Di pêvajoya derbasbûyî de bi qasî 20 ji sedî ji axa Ukrayna ket bin kontrola Rûsya.
Heta niha bi hezaran kes ji herdû aliyan hatine kuştin û bêtirî 15 milyon kes jî ji cihê xwe bûne.
Û care pêşî serokomarê Ukraynayê Zelensky eşkere kir ku rojane di navbera 60 heta 100 leşkerên wan têne kuştin.

Ji sedî 20 axa welat çû,

Bi hezaran mirov hatin kuştin,

Bêtirî 15 mîlyon ji cih û warên xwe bûn,

Di serî de avahî, gelek navendên binesaziyê hatin wêrankirin,

Ev hemû encama şerê 100 rojî yên şerê li Ukraynayê ne.

Her çendî encameke wiha dihate texmînkirin jî, hewldanên di bin navê çareseriyê yên Amerîka û Ewrûpayê bê encam man.

Berevajî, her ku diçe şer dijwartir dibe.

 

Sekreterê NATO Stoltenberg doh li wê yekê mikur hat ku wê ev şer demdirêj be.

Ev jî tê wateya ku wê malwêranî hê zêdetir bibe.

Ji daxuyaniya serokê Ukraynayê jî wiha tê fêmkirin.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky cara pêşî eşkere kir ku rojane di navbera 60 heta 100’î leşkerên wan di şer de têne kuştin û bêtirî 500’î jî birîndar dibin.

Ji tevgera leşkerî ya Rûsyayê jî diyar dibe ku ti niyeta wê ya rawestandina şer tine ye.

Û piştî bajarê Mariupolê, artêşa Rûs niha li Rojhilatê welat dixwaze herêma Donbasê jî bi temamî kontrol bike.

Zelensky rewşa li vê herêmê weke kambax binav kir û got;

Vê gavê rewşa bajarê Severodonetsk pir xerab e.

Di rewşa heyî de,

Li gorî rayedarên herêmê, heta niha ji sedî 80 bajarê Severodonetsk سفرودونتسك ketiye bin kontrola hêzên Rûs de.

Û şerê li nava kolanan bi dijwarî, dewam dike.

Back to top button