Osman Kanî Kurdeyî: Bêdengiya desthilatê dibe sedema dewamiya êrişan

Parlementerê Herêma Başûrê Kurdistanê Osman Kanî Kurdeyî, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hember êrişên Tirkiyê bêdeng nemîne û tevbigere.
Mamostayên Zanîngeha Koye jî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re şermezar kirin û piştrast kirin li dijî dagirkeriyê çeka Kurdan yekîtî ye.

Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember êrişên dewleta Tirk bûye cihê nerazîbûnan.

Parlementerê Herêma Başûrê Kurdistanê Osman Kanî Kurdeyî, nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistan da û ev got:

“Rojane destdirêjî li ser xaka Kurdistanê tê kirin.

Çima hikumet bêdeng e?

Bêdengiya wê li beramberî van êrişan bûye cihê gumanan ku lihevkirineke veşartî di navbera hikumet û dewleta Tirk de hebe.”

Kurdeyî da zanîn ger lihevkirineke bi Tirkiyê re nebe, divê hikumeta Başûr dawî li bêdengiya xwe bîne, yan jî wê gumana lihevkirinê her hebe.

Mamosteyên Zanîngeha Koye: Li dijî dagirkeriyê çeka Kurdan yekîtî ye

Mamostayê Zanîngeha Koye Dr.Hawjîn Silêwe bi van gotinan nerazîbûn nîşanî êrişan da.

Û bang li hemû Kurdan kir ku li dijî vê rewşî bi yekdengî rabin:

Dr.Hawjîn Silêwe hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî şermezar kir û got:

“Divê ev hevkarî bi dawî bibe û gelê me jî xiyaneta navxweyî nema qebûl bike.”

Mamostayê Zanîngeha Koye Dr Ekrem Xamuşî jî bang li PDK’ê kir ku qurbanên Enfal û Helebçe ji bîr neke, were ser riya rast û ev ji hevkariya bi Tirkiyê re berde.

Back to top button