Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe nîşan dide. Welatiyên Ereb, Ermen û Suryan dibêjin armanca dewleta Tirk ji van êrişan qirkirina gelên herêmê û mayîndekirina dagirkeriyê. Hat gotin ew ê qebûl nekin dewleta Tirk xaka wan dagir bike û banga destwerdanê li civaka navneteweyî kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û gefên dagirkeriyeke nû li ser herêmê dixwin.
Li dijî vê yekê, gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe nerazîbûnên xwe nîşan didin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Nûra El-Hamid der barê van gefên dawî ên dagirkeirya Tirk li ser herêmê ji ajansa Hawarê r axivî.
Nûra El-Hamid dibêje dewleta Tirk pêkhateyên herêmê dike armanc û dixwaze hemuyan qir bike
Nûra anî ziman ev êriş wê aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin û got:
”Erdogan bi îdiayên bê bingeh dixwaze êriş bike.
Me bi hezaran şehîd ji bo paqjikirina bajêr ji DAIŞ’ê da û niha bi van idîayan dixwaze herêmên din dagir bike.
Em van êrişan şermezar dikin û em ê qebûl nekin ku bajarê me bê dagir kirin.”
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Nûra El-Hamid bang li civaka navneteweyî û raya giştî kir ku dest li rewşa heyî werdin, gef û êrişên Tirkiyê rawestînin.
Pêkhateyên Herêmê: Armanca dewleta Tirk qirkirina tevahiya pêkhateyên herêmê ye
Pêkhateyên herêmê ên Ermen û Suryanjî li dijî van êrişan bihêrs in.
Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenan Arîv Kassabiyan dibêje dewleta Tirk a dagirker bi êriş û gefên xwe dixwaze xaka Sûriyê dagir bike
Çalakgera sivîl a Ermen Losnak Kafûryan jî got armanca êrişên dewleta Tirk qirkirina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Armanca dewleta Tirk ji êrişan qirkirina Ermen, Asûr û Kurdan e.
Dixwaze qirkirina ku berê bi serê Ermenan de anî, dubare bike.
Ew hemû pêkhateyan dike armanc.
Em bi xwe, xwe bi rêve dibin.
Gelê herêmê li dijî êrişan û dagirkeriyê ye.
Ji pêkhateya Suryan Sîlva Berî jî armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmê destnîşan kir û got:
Tirkiye ji dagirkeriyê hez dike.
Ew dixwaze herêmên me jî dagir bike.
Armanca wî jî dagirkirin e.