HPG’ê: Li Zap û Metîna 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayan yên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê bê navber dewam dikin.
Gerîlayan li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker dan. HPG’ê ragihand di çalakiyan de 10 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya ku nikare berxwedana dîrokî ya gerîlayan ku bi rihê Apocî û 15’ê Tebaxê dimeşînin bişkîne, ji lewra jî çekên qedekirî bikartîne, sûcê şer dewam dike û ev agahî parve kir;

“17’ê Tîrmehê li herêma Cûdî li dijî wesayîteke ku noker û kontra tê de bûn, ku ji Dola Hesena diçû qada Bilûrvan çalakiyeke sabotjê hate kirin. Di encama çalakiyê de wesayît hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 14’ê Tebaxê li Qada Werxelê dagirkeran kûçikek bi armanca êriş û keşîfkirinê şandin nava çeperên şer. Ev kûçik hat bê bandor kirin.

Dîsa heman rojê li Qada Werxelê 2 sîstemên kamera yên mobesse ku dagirkeran li dora çeperên şer bi cih kiribûn hatin rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêm Zapê 12’ê Tebaxê droneke ku li ser Qada Çemço digeriya hat xistin û dîmenên di navê de hatin desteser kirin.

13’ê Tebaxê li Qada Çemço tîmên bi tevger yên gerîla bi awayekî koordîneyî li dagirkeran xistin.

Di encama çalakiya ku bi çekên giran hat lidarxistin de, 3 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

14’ê Tebaxê li Qada Saca tîmên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer xistin û 2 dagirker hatin kuştin.

15’ê Tebaxê li Qada Çemço li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber çeperên şer ve werin.

Di vê çalakiyê de jî herî kêm 3 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 14’ê Tebaxê li Qada Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin, 2 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê: Artêşa Tirk sûcê şer didomîne li dijî qadên gerîla 61 caran çekên kîmyewî bikaranîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 14’ê Tebaxê 61 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button