Pêşengeha 7’an Pirtûkan a Şehîd Herekol wê bê li darxistin

Pêşangeha 7’an a Pirtûkan a Şehîd Herekol bi beşdariya hejmareke mezin a weşanxaneyên ji hundir û derveyî herêmê dest pê dike.

Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef da zanîn ku Pêşangeha îsal bi dirûşma “Xwendin ronahî ye” li dar dixin.

Li gorî bernameyê, pêşangehê 4 rojan bidome,

Têkildarî pirtûkên ku di pêşengehê de bêne pêşandan, Xelef axivî û got:

′′Di pêşangehê de wê bi deh hezaran pirtûkên siyasî, çandî, dîrokî, civakî, leşkerî, dînî, felsefî û wêjeyî werin pêşandan.

Her wiha pirtûkên ku nû hatine çapkirin û pirtûkên ku ji zimanên cîhanî hatine wergerandin jî wê hebin. ”

Rêjeya berhemên jinan di pêşangehê de ji sedî 40 e,

her wiha beşek taybet ji bo pirtûkên zarokan heye, tê de kovara Mizgîn û pirtûkxaneya Rona cih digirin.

Pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol di roja 6. bi dawî bû

Back to top button