Şêniyên Dêra Zorê bi meşekê tecrîda li dijî Rêbeer Abdullah Ocelan şermezar kirin û soza têkoşînê û berxwedanê dan
Xwepêşandan bi dirûşma “Bi rihê apoyî xwe nû bikin û cenga azadiyê bi ser bixin” ji pêşiya nexweşxaneya giştî ya Hecîn dest pê kir û ber bi qada Meclisa Herêma Rojhilatê Dêra Zorê ve bi rê ket.
Li vir, hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Siûd El Mihêmîd daxuyaniyek xwend û bang li hemû sazî û meclisên xwecih
rûspî û ciwanên herêmê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO bikevin nava tevgerê
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û NY kir ku erkên xwe yên mirovî û hiqûqî li hember Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.
Endamê Meclisa Ciwanan a bajarokê Hecîn Xenam El Niêr jî axivî û got: “Bi Îradeya gel û ciwanan dê teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê têk bibin.”
Şehba-Li dijî tecrîdê û bi piştgiriya hilbijartinê çalakiyek hat lidarxistin