Li Dêrsimê bayê Çepên Kesk

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Dêrsîmê bayê Partiya Çepên Kesk rabû. Siyasetmedaran li qada mîtîngê diyar kirin wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê Dêsimê îradeya xwe nîşan bide û gotin: “Çawa ku Seyîd Riza çong daneni, em ê jî çonga xwe daneynin. Ev der Dêrsim e. Rê nade zilmê.” Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku ev baweriya qedîm dê we desthilatê bişîne.

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyê re tenê 4 roj man.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Partiya Çepên Kesk ji bo serkeftinê amade ye.

Partiya Çepên Kesk di vê çarçoveyê de li Qada Seyîd Riza Dêrsimê mitîngek li dar xist.

Şandeya Partiya Çepên Kesk û siyasetmederan beriya mitîngê ji aliyê dehan wesayît ve hat pêşwazîkirin.

Mitîngê bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

“Çawa ku Seyîd Riza çong danenî, em ê jî çonga xwe daneynin”

Siyasetmedarên ku axivîn diyar kirin wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê Dêsimê îradeya xwe nîşan bide û gotin: “Çawa ku Seyîd Riza çong daneni, em ê jî çonga xwe daneynin.”

Namzeta parlamenteriyê ya Dêrsimê Ayten Kondû destnîşan kir ku rejîma yek zilamî dijminê nasnameyan û demokrasiyê ye û wiha axivî: “Sed sal in siyaseta înkarê li ser me dimeşînin. AKP jî 21 sal in dixwaze faşîmza xwe li ser me ava bike.

Em di qonaxek girîng de derbas dibin. Em ê heta çareseriyê têbikoşin.”

Keskîn Bayindir: Ev der Dêrsim e, rê nade zilmê

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî tev li mîtîngê bû, got: “Ev der Dêrsim e. Rê nade zilmê. Reng û dengê gelê Dêrsimê Partiya Çepên Kesk e.

Piştre Başak Demîrtaş jî derket ser dikê û silavên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli li gel kir.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ev baweriya qedîm dê we bişîne

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî li wir xitabê gel kir.

Çîgdem Kiliçgun bertek nîşanî gotina “cure” a ku Erdogan bo elewiyan anîbû ziman da û wiha got: “Ev baweriya qedîm dê we bişîne.

Wê ev welat bi siyaseta xeta sêyemîn were demokratîkkirin û di 14’ê Gulanê de dê dewlet ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe. ” Piştî axaftinan mitîng li ber konsera Aryen Kom bi dawî bû.

Back to top button