DAIŞ’ê li Enbarê ya Iraqê êrîşek pêk anî, 4 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê ya Iraqê êrîşek pêk anî û 4 leşker Iraqê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê rojavayê bajarê Rûmadî ya parêzgeha Enbarê êrîşî nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê kir.

Di encamê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Her wiha hat ragihandin ku piştî êrîşê hêzên Iraqê herêm dorpêç kirine û cenazeyên leşkeran jî rakirine Tiba Edlî.

3 Nîsanê, li gundeke rojavayê navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê mayînek bi leşkerên Iraqê ên derketibûn dewriyê ve teqiya.

Tê gotin, çeteyên DAIŞ’ê ev mayîn bi cih kiribûn û di encama de fermandarek artêşa Iraqê hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button